Li Efrîna dagirkirî, rojane revandin û talankirina malûmilkên welatiyan didomin.
Çeteyên dewleta Tirk yek jê jin, 4 welatiyên din revandin.
Li gorî malpera Efrîn Post, çeteyan bi hincetên berê amadekirî jina bi navê Esmaa Ehmed Heyder ya ji gundê Kitix yê navçeya Mabata revand û birin cihekî ne diyar.
Hat diyarkirin, çeteyan beriya vê du caran Esmaa revandibûn û di berdêla berdana wê de pere giritibûn.
Çeteyan 3 welatiyên din jî ji navçeya Raco revandin û birin cihekî ne diyar .
Navên kesên hatine revandin wiha ne;
Behcet Ibrahîm yê 24 salî ji navçeya Raco.
Izet Ehnmed Hemo yê 70 salî ji gundê Dimilya ê navçeya Raco.
Reşîd Xelîl Sîdo yê 48 salî ji gundê Qoçman yê navçeya Raco.