Kongra Star: NY ji girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo berpirsyar e

Kongreya Star têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo daxuyaniyek belav kir têde tecrîd şermezar kir.

Kongra Star got: ”Armanca tecrîdê têkbirina projeyên aştî û demokrasiyê li tevahî Rojhilata Navîn e”.

Kongra Star diyar kir ku qutbûna peywendiyan bi girtiyên li Îmraliyê re, fikarên yên li ser jiyana wan zêde dike.

Her wiha anî ziman ku Civaka Navneteweyî, Rêxistinên Mafên Mirovan û NY ji girankirina tecrîdê berpirsyar in.

Di dawiyê de Kongra Star bang li saziyên têkildar kir ku tevilê berpirsyartî û erkên xwe bi cih bînin.

Back to top button