Li Siweydayê şêniyan leşkerên Hikumeta Şamê hatin revandin

Piştî derketina agahiyên hêzên Hikumeta Şamê êşkence li xwendekarekî Siwêyda kiriye, îro jî komeke şêniyên Siweydayê gelek efserên hêzên hikumeta Şamê revandin.

Li gorî malpera Siweyda 24, sedema revandinê ji ber îdiayên ku hêzên hikumeta Şamê êşkence li xwendekarê girtî kirine, ev bûyer pêk htiye.

Xwendekarê Siwêyda di Sibatê de li Şamê hatibû girtin.

Malperê diyarkir ku heta niha sedemên girtina xwendekar nehatine zanîn, lê di heman demê de aşkera kir ku malbatê gotiye, sedema girtinê îdiayên beşdarbûna wî ya di xwepêşandanên li bajar de ye.

Malbat dibêje, kurê wan bi ti awayî beşdarî xwepêşandanan nebûye.

Hin çavkaniyan jî got, sedema girtinê ji ber nivîsên wî yên li ser tura dijîtal e.

Piştî bûyerê, hikumeta Şamê karwanekî leşkerî ji erebe, çek û leşkeran şand Siwêdayê.

Heta niha jî li herêmê alozî heye.

Li gel van geşedanan, xwepêşandanên şêniyên bajêr li Qada Kerame berdewam in û banga guhertina siyasî li gorî biryara 2254’an a NY`yê, serbestberdana girtiyan û hilweşandina Hikumeta Şamê dikin.

Back to top button