Rêveberiya Xweser 50 zarok û jinên DAIŞ’î radestî Tacekistanê kir

Şandeyek Tacekîstanê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.
Şande û nûnerên Rêveberiya Xweser li ser rewşa herêm û metirsiya DAIŞ’ê nîqaş kirin.
Piştî hevdîtinan, Rêveberiya Xweser 50 DAIŞ’î yên Tacikî radestî şandeya wî welatî kir.

Rêveberiya Xweser û Tacekistanê li ser metirsiya DAIŞ’ê goftûgo kirin.

Şandeyek Komara Tacîkistanê bi serokatiya balyozê Tacîkistanê li Kuwêtê Zubeydullah Zabidov serdana herêmê kir.

Şande li Qamişlo ji aliyê berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de, aliyan tevî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî, giştî rewşa li Sûrî nîqaş kirin.

Hevserokê daîreyê Fener Kiêt, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyê girîngiyê dide diyaloga Sûrî-Sûrî û hewl dide vê armancê bi rêya danûstandina bi hemû aliyan re pêk bîne.

Kiêt da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê zirareke mezin da binesaziya herêmê û mîlyonan şêniyan.

Kiêt êrişên dewleta Tirk yên li ser binesaziya herêmê jî bibîrxist û got:

Ev êriş qanûnên navneteweyî û peymana Cinêvê bin pê dikin, lê dîsa jî civata navneteweyî bê deng e.

Yek ji mijarên sereke yên niqaşê, metirsiya DAIŞ’ê ya li ser cîhanê bû.

Hevserokê daîreya Têkliyan got:

“Êrişên dewleta Tirk bandoreke neyênî li têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê kir. Vê jî hişt erkê Koalîsyona Navneteweyî zehmettir bibe.

Dibe ku DAIŞ ji vê rewşê sûd wergire û xwe ji nûve bi rêxistin bike. Her wiha xebatên vegerandina malbatên DAIŞ’ê ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo welatên wan, didomin.”

Zubeydullah spasiya xebatên şêniyên herêmê û saziyên ewlehî, leşkerî û rêveberî ji bo têkbirina terorê kir û hêvî kir ku ewlehî û aramî li seranserî cîhanê bi taybet li Sûriyeyê misoger be.

Di dawiyê de li gorî peymaneke radestkirinê di navbera herdu aliyan de 17 jin û 33 zarokên malbatên DAIŞ’î yên Tacikistanî, radestî şandeya wî welatî hate kirin.

Back to top button