Wezareta Karê Derve ya DYA diyarkir ku çeteyên dewleta Tirk yên binavê “Artîşa Nîştîmanî ya Sûriyê” talankirinê didomîne.
Her wiha hate gotin:
Li navenda girtigehên çeteyan ên li Efrîn, Serêkanî û Ezazê êşkence û kuştin pir zêde bûye.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî rewşa mafên mirovan a li Sûriyê ya sala 2023`yan raporek amade kir.
Di raporê de, belgeyên fermî têkildarî kuştina hovane û derqanûnî, windakirin, êşkence ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker û artêşa Tirk ve jî, hatine bibîrxistin.
Di raporê de hate gotin hikumeta Şamê û dewleta Tirk tu tedbîr li hember kesên van sûcan dikin, negirtine.
Di raporê de hate ragihandin ku komên nîvleşkerî yên hikumeta Şamê gelek sûc, komkujî û kuştinên ketober kirine, sivîl revandine, li wan dane û girtine.
Di raporê de hate destnîşankirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bakurê Sûriyê herî zêde sûc li dijî Kurd, Êzidiyan û gelek sivîlan kirine.
Amerîka: Li ser Kurdan zextek zêde pêk tînin
Der barê bawerî û kêmneteweyan de lêpirsîn bi girtiyên Kurd re tê kirin û ji av û xwarinê tên mehrûmkirin.
Her wiha çeteyan ew, mal û milkên sivîlan desteser kirine, sivîlên girtî derbasî Tirkiyê kirine, zarokan kirine leşker û êrişî perestgeh wêran kirine.
Hatiye gotin, çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, nahêlin sivîl mal û milkên xwe bi kar bînin, yan dema xwestin vê yekê bikin jî divê bacê bidin wan.
Amerîka: Li girtîgehên Efrîn û serêkaniyê êşkence û kuştin heye
Wezaretê îşaret bi guhertina demografiya herêma ku piraniya wan Kurd lê ne jî hatiye kirin.
Wezaretê di rapora xwe de cih da nirxandina Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê ya têkildarî Sûriyê ku li navendên girtinê yên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” bi taybet li Reco, Serêkaniyê û Hewar Kilisê îşkence û kuştin hene.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de gelek sivîl hatine kuştin, zirarên madî li binesaziya sivîl, nexweşxane û kargehan bûn, di raporê de hatin nirxandin.
NY: Artêşa Tirk di lêpirsîn û êşkenceyên ser girtiyan de amade ne
Girêdayî mijarê Komîteya Lêpirsînê ya NY û gelek rêxistinên mafên mirovan ragihandibû ku rayedarên Tirk li navendên girtinê yên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ne û di lêpirsîn û îşkenceyê de hazir in.
Di raporên rêxistinên sivîl de hate gotin çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” girtin, revandin û lêdana jinên kud li Efrîn û Serêkaniyê didomînin.