Hêzên Taybet yên Asayîşê li kampa Holê bi oprasiyoneke taybet jinek di navde, 25 çeteyê DAIŞ’ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Asayîşa têkildarî operasyonê ev agahî parvekir:
“Duh saet 1:00’ê şevê, Hêzên Asayîşa Giştî û yekîneyên dijî terorê li kampa Holê bi ser şaniyên DAIŞ’ê de girtin.
Di oparsyonê de, jinek di nav de, 25 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Her wiha, gelek çek, çebelxane û amûrên teqemeniyê hate desteserkirin.”
Navendê destnîşankir ku çeteyên hatin girtin îdolojiya tundrew di nava niştecihên kampê de belav dikirin û ji bo xalên leşkerî û ewlehiyê bikin armanc xwe amede dikirin.
Navendê diyarkir ku piştî bi dawî bûna lêpirsînê wê çete û tiştên hatin desteserkirin ji aliyên pêwendîdar bên şandin.