“Têkbirina êrîşan bi yekrêzî û yekîtiya gel û aliyên siyasî û pêkhateyên civakê çêdibe”

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Mûrad li ser êrîşên gelê Kurd axivî.
Zeyneb Mûrad diyar kir ku Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê me xwedî helwest e.
Lê ev yek têrê nake û got:”Têkbirina êrîşan bi yekrêzî û yekîtiya gel û aliyên siyasî û pêkhateyên civakê çêdibe.”

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji ANF’ê re axivî.

Nirxandina Zeyneb Mûrad bi vî rengî ye:

“Em niha dibînin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê me êriş berdewam dikin.

Dewleta Tirk bi hêzeke gelek mezin a leşkerî li ser axa Kurdistanê operasyonan dike.

Li hember vê yekê, erk û berpirsyariya neteweyî ewil dikeve ser Partiyên Siyasî û paşê jî dikeve ser gelê me û hemû pêkhateyên ku em bi hev re dijîn.

Ne tenê gelê Kurd, ew pêkhateyên din jî rû bi rûyî metirsiyeke mezin in.”

Zeyneb Mûrad aloziya ku tê jiyîn wuha nirxand:

“Di heman demê de em dibînin ku gelê me di nav fikareke mezin de dijî, hem rewşa siyasî, hem rewşa aborî, hem rewşa civakî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê di nav qeyraneke mezin de ye.

Em dibînin ku li şûna ku birînên gelê me bêne bipêçin, rewşê aloztir dikin, em dibînin ku statûya başûr û rojavayê Kurdistanê dixin metirsiyê.

Dewletên dagirker, çi Tirkiye be, Îran, Sûriye be û hetta çi Iraq be çavên wan bar nabe ku gelê Kurd gihîştiye vê astê, xwedî destkeft e, xwedî statû ye.”

Zeyneb Mûrad: Ev êriş û Komployeke mezin e li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê

Zeyneb Mûrad diyar kir ku divê gelê me li dijî wan êrîşan xwedî helwest be û got:

“Daxwaza me ji partiyên siyasî, ji saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û xwedî helwest bin.

Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê me xwedî helwest e. Lê ev yek têrê nake.

Ew propagandaya ku dewleta Tirk dike ku qaşo ev êriş li dijî aliyekî destnîşankirî yê siyasî ye ku tevgera azadiya Kurdistanê ye, lê ev yek derew e, ev êriş û komployeke mezin e li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad wiha bi dawî kir

“Dijminên me gelek in, lê ew di asta herî lawaz de ne.

Têkbirina êrîşan bi yekrêzî û yekîtiya gel û aliyên siyasî û pêkhateyên civakê çêdibe.”

Back to top button