Salvegera 12 a Şoreşa Sûrî

Beriya 12 salan weke îro xelk li bajarê Sûriyê li dijî deshilatê daketin qadan.
Aloziya li welat jî dewam dike.
Di rojeke wiha de Serokê hikumeta Şamê serdana Moskow kir û bi serokê Rûsya Putin re civiya.
Balkêşe ku ev serdan beriya civîna 4 alî ya nû pêk hat.

Şer û aloziya li Sûrî îro sala xwe ya 12’an jî tejî dike.

Lê xeyalên serketineke lez ya şoreşgerên Sûrî pêk nehat.

Şer bi piştevaniya hêzên derve dirêj û dirêj kir.

Heta niha jî roj bê şer û rijandina xwîna gelê Sûrî derbas nebûye

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji destpêka şoreşa û heta rojan îro nêzîkî 614 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 5,6 mîlyon koçberî derve û 6,7 mîlyon jî li nava welat neçar mane cihê xwe biguherin.

Bi şer re krîza aborî rewş zehmetir kir.

Ji ber vê jî, 90% şêniyên Sûriyê di qonaxeke xizaniyê dijî û di debara jiyana xwe bi zehmetiyan dikşînin.

Beşdar El-Esed û Putin li Mosko civiya

Di salvegera 12’an ya Şoreşa Sûriyê de, Serokê hikumeta Şamê Beşdar El-Esed serdana Rûsyayê kir.

Beşdar El-Esed li Balafirgeha Navneteweyî ya Vencova ya Rûsyayê bi merasîmekê hate pêşwazîkirin.

El Esed li paytext Moskow bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re civiya.

Di civînê de, peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Li Mosko civîna 4 alî

Balkêşe ku ev hevdîtina El Esed beriya civîna 4 alî ya navbera, Rûsya, Îran, Hikumeta Şamê û Tirkiyê de pêk were hat.

Ji destpêka Şoreşa Sûrî gelek civîn bi armanca çareserkirina pirsgirêka Sûrî hatin lidarxistin, lê hemû bê encam bûn.

Di dawiya her civîneke bazara li ser maseyê de, êşên gelên Sûrî zêdetir dibe.

Niha careke din, li Moskow amadekariyên civîna bazareke nû heye.

Back to top button