HRE: WÊ KIRYARÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÎ BÊ HESAB NEMÎNE

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Şera ya Efrînê li dijî çeteyên Ehrar El-Şam yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çalakiyek taybet pêkanîn.
Di encama vê çalakiyê de çeteyê bi navê Ebu Eymen ê ku destê wî di şehadeta şervaneke hêzên rizgariyê de hebû hat kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

13’ê Tîrmehê li navçeya Şera li dijî çeteyekî endamê koma Ehrar El-Şam hêzên rizgariyê çalakiyeke sekvanî pêk anî.

Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebû Eymen yê ku destê wî di şehadeta şervaneke hêzên rizgariyê de hebû hat kuştin.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê tekez dikin ku hemû kiryarên terorane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê wê tu caran bê hesab nemînin û wê tol ji wan were rakirin.

Leave a Reply

Back to top button