NPG: BI GIYANÊ 14’Ê TÎRMEHÊ EM BANGA GEŞKIRINA BERXWEDANÊ LI HERKESÎ DIKIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî salvegera 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û diyar kri ku têkoşîna wan ku bi berxwedanek mezin bersiva hemû êrîşên dijmin dide her geş dibe.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

‘Têkoşîna me li herêmê bûye aktorê herî xurt.

Ji ber vê hêzên mêtinger ku li dijî tevgera me êrîşên berfireh anîn, li Başûrê Kurdistanê avaniya noker jî bi kar anîn.

Li dijî qedemeyên rêveberiyê yên tevgera me pêla êrîşê ya sîstematîk û bi plana dane destpêkirin.

Bi giyana berxwedana 14’ê Tîrmehê ku vîna rûmet û serfiraziyê ye, em hemû gelê xwe yê welatparêz slav dikin.

Di vê serdema girîng a dîrokê de, em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku zêdetir li berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkevin.

Bi çalakî tevlî refên têkoşînê bibin.”

Leave a Reply

Back to top button