Ciwan Mistefa: Ji bo nexweşiya Kolêra rewş di bin kontrolê de ye û tedbîrên pêwîst hatine girtin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku desteyê hemû tedbîrên pêwîst ji bo nexweşiya Kolêra girtine û rewş di bin kontrolê de.

Desteya Tenduristiyê 10`ê Îlonê ragihand ku gelek kes li Reqa û rojavayê Dêrazorê bi Kolêra ketine û heta niha 3 kesan jiyana ji xwe dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa got:

“Pêketiyên vê nexweşiyê herî zêde ji rojavayê Dêrazorê ne.”

“Li gorî nirxandinên pêşîn, nexweşî ji ber vexwarina ava ne pak der ketiye.”

Mistefa diyar kir ku heta niha sedemên belavbûna vê nexweşiyê nehatine zanîn û lêkolînên xwe di vî warî de didomîne û got:

“Desteyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê gelek tedbîrên xweparastinê girtine.”

Di dawiyê de Ciwan Mistefa bang li hemû rêxistinên navneteweyî di serî de WHO`yê kir ku desteka pêwîst pêşkêş bike.

Back to top button