Asya Hisên: Pêwîstiya Rojhilata navîn bi Rêber Ocelan heye

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Minbicê Asya Hisên diyar kir ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan heye.

Asya Hisên diyar kir ku Komplo ne tenê di kesayeta rêbertî an gelê Kurd tenê de bûn, lê belê li dijî gelên azadîxwaz ên li Rojhilata Navîn bû û got :

“Armanca wan a sereke ji vê komployê ew e ku gelan wekî alavekê di destên dewletên kapîtalîst de bihêlin.

Dewletan bi rêya dîlgirtina rêber Apo hewl dan fikrê wî yê neteweya demokratîk têk bibin.

Ev tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye.”

Asya da zanîn ku bi saya projeya neteweya demokratîk û felsefeya Ocalan gelek destkeftiyên siyasî û leşkerî hatin bi destxistin û anî ziman :

Asya Hisên dawiyê tekez kir Em weke gel bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku ji bo azadiya rêber Ocalan têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button