Festîvala 7`an a Zarokan li kantona Qamişlo bi dirûşma “Parastina çanda civakê ji zarokatiyê dest pê dike” dest pê kir.
Festîval bi amadebûna bi sedan şêniyên Girkê Legê û bajarokê Rimêlan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan dest pê kir.
Di festivalê de 24 komên hunerî yên zarokan ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo ku ji 250 zarokên temenê wan di navbera 6 û 18 saliyê de pêk tên, beşdar in.
Di festîvalê de, endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Civîn Xelîl axivî û got:
“Em festîvalê ji bo giyanê zarokên şehîd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin û diyar dikin ku bi rêya çand û stranên xwe em girêdana xwe bi axa xwe rave dikin.”
Festîval bi pêşandana berhemên hunerî berdewam kir.
Her wiha komên govendê û şanoye bi navnîşan “Koçberî” hatin pêşandan.
Tê payîn ku wê sibe jî festîval berdewam be.