SIYASETMEDARAN XWESTIN MAFÊ WELATÎBÛNA ÇETEYAN JI DESTÊ WAN BÊ GIRTIN

Bangên li welatên Ewropa ji bo wergirtina çeteyên xwe yên girtî dewam dike.

Bi banga Trûmp re nîqaşên li ser paşeroja çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê QSD’ê de ne, li Elmanyayê zêde bûn.

siyasetmedaran ji bo girtiyên DAIŞ’î xwestin mafê welatîbûnê ji destê wan bê girtin.

Şerê şervanên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bi encam dibe.

Lê belê şervanên QSD’ê nêzî hezar çeteyên biyanî bi saxî girtine.

Rêveberiya Xweser jî li bendê ye ku, dewlet welatiyên xwe werbigirin.

Li ser vê yekê Serokê Emerîka Donald Trump hişayrî da welatên Ewropayê ku eger welatiyên xwe nebin wê werin berdan.

Almanya, Fransa û Danîmark ev banga Trump red kir.

Herî dawî Partiya Kesek a Almanî destek da banga Trump û bang li Hikûmeta Alman kir ku, welaityên xwe vegerîne.

Wezîra Edaletê ya Swîsreyê jî diyar kir ku bila welatiyên wan yên di nava DAIŞ’ê de li Sûriyê û Iraqê werin darizandin.

Dewleta Elman li pêşberî welatiyên xwe yên di nava DAÎŞ’ê de bi xemsarî tevdigere.

Nêzî 200 welatiyên Elman ên DAÎŞ’î di destê şervanên QSD”ê de ne.

Rêveberiya Berlînê heta niha bi vê îdîayê tevdigeriya, “Li Sûriyeyê nûnertiyeke me ya fermî nîne,

lewma li ser welatiyên Elman ên li herêmê em agahiyeke vekirî nikarin bigirin.

Piştî ku Serokê DYE’yê zext kir, mijar êdî bû yek ji mijarên sereke yên hikumeta federal a Alman.

Di hin şîroveyên medya Elman de gelek siyasetmedar û pispor dixwazin, mîna girtîgeha li Gûantanamoyê ya ku DYE’yê li dijî El Qaîdeyê avakiriye, girtîgehek were çêkirin.

An jî wê çeteyên DAÎŞ’î li Dadgeha Sûcên Şer a Navnetweyî ya li Den Haagê werin darizandin.

Lê belê hiqûqnas dibêjin, her du bijarte jî li destûra bingehîn a Elman nayên.

Wezîrê berê yê parastinê û dadgerê cezayê Prof. Rûpert Scholz destnîşan kir ku Almaniya neçar e welatiyên xwe werbigire.

Pisporê Destûra Bingehîn Ûlrîch Battîs jî nêrîna xwe wiha anî zinman:

Qanûnên li Elmanyayê destûrê nade ku welatiyên wan derkevin pêşberî Dadgeha Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê.

Wezîrê Karên Hundir ê eyaleta Baden-Wurttembergê Thomas Strobl jî xwest, mafê welatîbûna Elman ê endamên DAÎŞ’ê bê betalkirin.

Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer jî diyar kir, qebûlkirina DAÎŞ’iyan divê li gorî şertan be.

Leave a Reply

Back to top button