
Artêşa Niştîmanî ya Lîbî peymana ewlehiyê ya îro hikûmeta Wîfaqa Lîbyayê li gel Qeterê îmze kiriye, şermezar kir.
Berdevkê artêşa niştîmanî ya Lîbî Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê peymana ewlehiyê şermezar kir û wiha dewam kir;
Peymana ewlehiyê ya Qeterê li gel hikûmeta Wîfaqê di çarçoveya pûçkirina peymana agirbestê ya ku li Cinêvê hatiye ragihandin de ye.
Qeter piştgiriya terorê li Lîbyayê dike û bi rêya ajanên xwe dixwaze ewlehî û aramî li welêt pêk neyê.
Îro berpirsên hikûmeta Wîfaqê serdana Qeterê kirin û her du aliyan peymaneke ewlehiyê îmze kir.
Roja Înê şandeya leşkerî ya artêşa niştîmanî û hikûmeta wîfaqê li navenda Neteweyên Yekbuyî a li Cinêvê peymana sekinandina şer bi giştî ragihandin.
Êdî Qeter jî destwerdana xwe ya li Lîbya eşkere dike û hewl dide li kêleka Tirkiyê xêr û bêrên Lîbya di bin navê piştgiriya hikûmeta Wîfaqê talan bike.