HPG: Tevgera PDK’ê yê li qadên gerîla xeteriyên mezin bi xwere tîne

HPG’ê li ser tevger û sewqiyeta hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla daxuyaniyek da û diyar kir, ev yek xeteriyên mezin bi xwere tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got;

“Di nava çend rojên borî de li ser çapemeniyê nûçeyên ku sewqiyata hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê ve cih digirin. Bi taybetî ev tevger li herêma Garê ya ku nêzî navçeya Akrê û Amêdiyê zêdetir bûye.

Hêza mijara gotinê 25’ê Mijdara 2020’ê xwestine li deverên gerîla yên dikevin sînorê Akrê yê heman demê li herêma Garê ne bicih bibin û çeper çêbikin. Hêzên me yên gerîla yên li qadê ji bo hêzên PDK’ê hê zêdetir ber bi qadên gerîla ve neyên hişyariya pêwîst kiriye. Heman hêz saet 22:30’î balafirên dewleta Tirk a dagirker herêm bombe kiriye.

Destpêkê ji bo gelê xwe yê welatparêz ên herêmê û Başûrê Kurdistanê dibêjin ku; ev hewldanên ber bi qadên gerîla ve xeteriyên cidî bi xwe re tîne. Ji bo vê bang li gelê xwe dikin ku ji bo rawestandina van hêzên mijara gotinê û gelê me yê Kurdistan hestyar bin.”

Back to top button