Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 151 de didome

Dîlgirtiyên azadiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi berxwedayînek mezin çalakiya xwe didomînin.
Girtî Selver Îspîr ku di çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de cih digire, diyar kir ku ew jî xelekeke berxwedana li seranserî cîhanê belavbûyî ne û wiha got:
“Divê çareseriya pirsgirêka kurd ji azadiya Abdullah Ocalan cuda neyê nirxandin.”

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de di çalakiyê de ne.

Girtiyan, di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger derbasî qonaxeke nû kirin.

Girtiyên azadiyê biryara boykotkirina derketina dadgehan û hevdîtinên rû bi rû û yên ser telefonê dan.

Girtiya bi navê Selver Îspîr ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û di çalakiyê de cih digire, bi rêya parêzerê xwe nirxandin kir.

Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne

Selver Îspîr diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi îdeolojî û felsefeya xwe tevahiya pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û psîkolojîk tespît kiriye û çareseriyên wan nîşan daye û got:

“Ev pêşniyar ne tenê ji bo gelê kurd an jî ji bo vê erdnîgariyê ne.

Bi giştî tehlîla pergalên li cîhanê kiriye û pergaleke ji vê krîzê re bibe alternatîf-çareserî afirandiye.

Çareseriya wî ya Modernîteya Demokratîk, ji bo pirsgirêka nasname û hebûnê ya gelê kurd dibe çareserî lê di heman demê de ji bo kesayetekî li Ewropayê dijî jî dibe çareseriya lêgerîna wateyê ji bo xelaskirina civakeke li Efrîqayê neçarî xizaniyê hatiye kirin jî pêşniyareke şênber e.”

Selver Îspîr: Hewldanên ji bo mezinkirina berxwedanê

Bi domdarî Selver Îspîr qala tevlibûna Pêngavê ya li girtîgehan kir û wiha got:

“Zindan, di heman demê de qadên Rêbertiyê ne.

Lewma wate û asta bandorkirinê ya bi rêya çalakiyên li van qadan tên pêşxistin jî cuda dibe.

Bêguman coş û mirûzê tevlibûna berxwedanên li zindanan jî pir bilind e.

Em xwe di nava xelekeke berxwedanê ya li cîhanê belav bûyî de dibînin.”

Selver Îspîr: Banga me berxwedana dîrokî mezin bikin

Selver Îspîr bi vê bangawaziyê qedand:

“banga me li her kesî ew e ku tev li vê berxwedana dîrokî bibin û berpirsyartiya xwe ya li hemberî Rêbertiyê, gelê xwe bi cih bînin.”

Back to top button