184 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

184 rojin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Silêman Ehmed ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 184 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.”

Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye revandin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 183 rojin agahî nayê girtin

Back to top button