Kongra Star: Kuştina Sede û Hinid armanckirina vîna jinan e

Koordînasyona Kongra Star û Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi daxuyaniyan armanc kirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Sede Feysal El-Hermas û cîgira hevserokatiyê meclisê Hinid Letîf El-Xidêr şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku têkevn liv û tevgerê.

Koordînasyona Kongra Star derbarê kuştina her du jinan daxuyaniyek niviskî weşand û destnîşan kir ku ev sûc di radeya yekemîn de vîna jinan dike armanc dike û wiha got:

Jin beşdarî hemû qadên xebatê bûn, hebûna xwe îsbat kirin, roleke çalak di civakê de lîstin û li dijî zihniyeta desthilatdar û zîhniyeta baviksalar tê koşiyan.

Lê tevî vê berxwedan û têkoşînê jî ku li seranserê cîhanê deng veda, hîna jin rastî sûcên kuştin, revandin, tundî û hemû cureyên êrişan tên.”

Koordînasyonê diya kir ku:

Armanc ji hedefgirtina jinan, têkbirina ewlehî, aramî û belavkirina tirsê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye.

Koordînasyona Kongra Star tekezkir ku li hemberî faşîzma Tirk û binpêkirinên hikumeta AKP`ê wê berxwedan û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê dewam bikin.

Desteya jinê banga bilindkirina asta têkoşînê kir

Desteya jin ya Bakur û ROjhialtê Sûrî jî bi daxuyaniyekê kuştina her du jinan şermezar kir

Desteya Jinê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

Di demekê de ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo bidestxistina azadiya xwe û gihîştina ewlehî û aramiya li herêmê têkoşîn dikin, QSD erkê xwe yê bingehîn yê derxistina DAIŞ û şaneyên girêdayî wê didomîne.

Jin di hemû qadan de leşkerî, siyasî û aborî bi rola xwe rabûn û xwe îsbat kirin.

Dijminên projeya Rêveberiya Xweser hewl didin projeya ku azadiya jinê armanc dike, têk bibin.

Ev bûyer nîşaneya têkbirina çeteyan li herêmê ye.

Em bi navê desteya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiryarên li dijî hevalên me yên li bajarokê Tal Al-Shayer bi tundî şermezar dikin û bang rêxistinên mirovî û mafên mirovan didin, bi taybetî jinan dikin, ku li dijî binpêkirin û komkujiyên li ser jinan rabin.

Back to top button