KNK’ê komkujiya Parîs û Sîlopyayê bi bîr anîn

Komîsyona Jinan a KNK’e her 6 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatibûn şehîdxistin, bî bîr anîn.
KNK’e destnîşan kir ku têkoşîn, berxwedan, ked û hewildanên Sakîne Cansiz, îro bingehên têkoşîna azadiya jinên Kurd e.
KNK’ê bang li Fransayê kir ku komkujiya Parîsê ronî bike, an jî wê şirîkê komkujiyê bimîne.

Di ser komkujiya Parîsê re, 8 sal.. li ser ya Sîlopyê jî re, 4 sal derbas dibin.

4’ê Çileya 2016’an li Silopyayê 3 jinên Kurd yên şoreşger Sêvê Demir, Pakîze Nayir, Fatma Uyar li aliye rejîma faşîst a Tirk hatin şehîdxistin.

Damezînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNKê ya Fransa Fîdan Dogan, peşenga jinên ciwan Leyla Şaylemez jî di komkujiyekê de, 9’ê Çile li Fransayê hate şehîdxistin

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi boneya Komkujiya Parîs û Silopiyayê ku di encama wê de 6 jinên têkoşer ên kurd şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.

KNK’ê diyar kir ku komkujiya Parîsê bi destê dewleta Tirk di bin bêdengiya Fransayê de pêk hat.

KNK: Heta Fransa komkujiyê ronî neke ew şirîkê komkujiyê ye

KNK’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi zanebûn bi plansaziyek demdirêj ev komkujî pêk anî û got:

“Ji ber ku Sakîne Cansiz jineke pêşeng û sembola berxwedana jinên Kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKKê bû, hate hedefgirtin.

Bi vê yekê armanc kirin ku vîna jinên Kurd û gelê Kurd bişkînin.

KNK’ê diyar kir ku têkoşîn berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingehin tekoşîna azadiya jinên Kurd e û teqez kir ku ew baş dizanin ku têkoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz, nûnera KNKê ya Fransa Fîdan Dogan, pêşenga jinên ciwan Leyla Şaylemez êş û tirsek mezin xistibûn dilê dijmin û faşîstan.

KNK’ê bang li Fransayê kir ku komkujiya Parîsê ronî bike, an jî şirîkê komkujiyê ye.

Komîsyona Jinan a KNK’ê di dawiyê de diyar kir ku heta pêkanîna xeyalê Sakîneyan, Leylayan, Rojbînan, Sêvêyan, Pakîzêyan û Fatmayan ew ê têkoşîna xwe bidomînin, têkoşîna xwe hîn xurtir û bilintir bikin.

Back to top button