“Li Sûriyê 470 kes birîndar bûne”

Erdheja ku li Tirkiyê qewimî bandor li Sûrî jî kir.
Li gor çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê ji ber erdhejê 470 kes birîndar bûne.
Xelkên Rojavayê Kurdistanê jî ji ber îhtîmala rûdane erdhejeke din şeva xwe li derve derbas kirin.

Li navçeya Defne ya Hatayê li gorî saeta herêmî bi pileya 6,4 erdhej çêbû.

Piştre bi pileya 5,8 erdhej çêbû.

Erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê hate hîskirin.

Li gelek bajarên Sûriyê jî, erdhej hat bihîstin.

Li gor çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê ji ber erdhejê bêtirî 470 kes birîndar bûne.

Di nav wan birîndaran de zêdetirî 150 li bakur-rojavayê Sûriyê ne.

Herî kêm 320 kes li deverên Hikumeta Şamê ne.

Ev encam li parêzgehên Heleb, Lazqiyê, Tertûs û Hemayê ye.

Li Efrîna dagirkirî jî, bi taybet li navçeya Cindirêsê, avahiyek hat hilweşandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê 123 bajar, bajarok û navçeyan ziyan dîtine

Li tevahiya herêmên Sûriyê 6689 kesî heta niha jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî di bin kavilan de ne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî erd hejiya.

Di rewşa heyî de, li piraniya bajarên Sûrî, seferberiyeke li holê ye.

Li Helebê avahî hilweşiyan û birîndar hene

Back to top button