Li Lîwa Îskenderûn bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbûn

Li navçeya Defne û Samandag ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû.
Erdej li gelek bajarên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê,yên Sûriye û Tirkiye hate hîskirin-
Li gorî rayedarên Tirkiyê heta niha herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şêniyên Herêm hîn şoka erdeha 6’ê sibatê derbas nekirin.

Doh êvarê careke din demjimêr saet 08.04’an de bi pileya 6,4 ku navenda wî navçeya Defne, Samandag a Bajarê Lîwa Îskenderûn erd hejiya

Erdeh li gelek bajarên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, li Sûrî, Tiriyê hate hîskirin.

Li gorî rayedarên Tirkiyê li navçeya Defneyê ya Lîwa îskenderûn piştî erdheja bi pileya 6,4’an, 73 erdhejok çêbûne.

45 erdhejok li navçeyên din ên Lîwa Îskenderûn jî hatin hîskirin.

Heta niha 6 kesî jiyana xwe ji dest dane

Di erdhejên Lîwa Îskenderûn e de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6’an

Li gorî agahiyên li herêmê bi dehan kes niha di bin kavilan de ne, ji bo rizgarkirina wan xebatên rizgariyê didome.

Piştî Erdhejê hemû welatiyên li herêmê careke din xwe avîdin derve û heta sibê dîsa li kolana man.

“Erdhej dibe ku bi xwe re tsûnamî bîne, divê gel peravê behra spî dûrbikeve”

Ji aliyeke din ve erdhere pêla beravên behra spî jî bilind bû, ev dîmenê li Lîwa îskenderûn hatiye kişandin

Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), piştî erdhejên ku li Lîwa Îskenderûn çêbûn îşaret bi tsûnamiyê kir û bang kir ku “ji peravê dûr bisekinin.

Back to top button