Li Amedê dibistana muzîkê Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin

Li Amedê bi piştgiriya saziya çand û hûnerê ya Bakur ji bo zarokên kurd “Dibistana Muzîkê ya Zarok Ma” bi şahiyekê hat vekirin.

Dibistana muzîkê Zarok Ma ya ji bo perwerdehiya zarokên heta 5 salî bi dirûşmeya “Zarok Ma mala we ya duyemîn e” xebatên xwe da destpêkirin.

Di şahiya vekirina dibistanê de Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî, malbatên zarokên beşdar bûn.

Piştî axaftinan, navên çend kesên ku alîkariya Zarok Ma’yê kiribûn hatin xwendin û xelatên ku hatibûn amadekirin pêşkêşî wan hatin kirin.

Di dawiyê de Orkestraya ji hemû xebatkarên Ma Muzîkê pêk dihat stran pêşkêş kirin û bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.

Back to top button