Li Helebê avahî hilweşiyan û birîndar hene

Di encama erdheja vê dawiyê de, li Helebê hejmarek avahî hilweşiyan û birîndar hene.

Li navçeya Defne ya Hatayê li gorî saeta herêmî bi pileya 6,4 erdhej çêbû.

Piştre bi pileya 5,8 erdhej çêbû.

Erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê hate hîskirin.

Li gorî AFADʹê, ji ber erdhejê 28 avahî hilweşiyan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Ji ber îhtîmala rûdane erdhejeke din, şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê ji malên xwe derektin.

Li gorî rayedarên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqûsdê, gelek rewşên tirs, daketina tansiyon, şikestin û birîn çêbûne.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku li hin taxên Helebê, hejmarek avahiyên ku di erdheja 6ʹê Sibatê de ziyan dîtibûn, hilweşiyan.

Li Şehbayê jî piştî erdhejê koçberên Efrînê yên di malên nîv kavilkirî de, xwe li kampan girtin.

Back to top button