Li Til Birakê 32 çete hatine girtin

Operisyona ‘Birûska Cezîrê’ ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dispêkirine di roja 3’an de berdewam dike.
Îro serê vê sibehê şervanan 32 çeteyên DAIŞ’ê girtin. 

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 32 çeteyên DAIŞ’ê li gundên rojavayê Til Hemîs girtine ku 3’ê ji wan di lîsteya endamên çeteyên ji bo edaletê dihatin xwestin bûn.

Her wiha QSD’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wan cilên leşkerî jî li gel van çeteyan dîtine ku ji bo xweveşartinî bi kar tîne.

Li gorî QSD’ê operesyon berbasî bajarokê Til Birakê jî bûye

Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê teqez kir ku ji bo welehî û aramniyê ew ê operesyona xwe li Til Hemîsê û Til Birakê berdewman bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku doh jî QSD’ê 52 çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Hol û Til Hemîsê girtibûn.

Back to top button