Li dijî Koromrê êriş: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li dijî Qada Xazê ya Kormorê ya li Çemçemala Silêmaniyê êrîşek pêk hat.
Di encamê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Piştî êrişê ji gelek aliyan daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn.

Li dijî Qada Xazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê êrîşek pêk hatiye.

Qeymeqamê Çemçemalê Remek Ramazanî destnîşan kir êrîş duh bi şev bi dronekê pêk hatiye.

Di êrişê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûne.

Ramazanî da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne xebatkarên Şîrketa Petrol Oîlê ne.

Qaymeqamê Çemçemalê Remek Ramazanî ev yek jî anîn ziman:

“Em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku çavkaniyên welat werin parastin û bergirîyên hewce bên girtin ku dubare felaketên bi vî rengî rû nedin. Hêvî dikim ku partiyên siyasî yên li Başûr jî, ji bo pêşîlêgirtina bûyerên wiha yekîtiya xwe ava bikin.”

Li gor zanyariyan, ji bo lêkolînkirina êrişê şandeyek ya Herêma başûrê Kurdistan û şandeyek ya Wezareta Neftê ya Iraqê serdana santralê kirin.

Wê şande ji nêzîk de lêkolînê li ser êriş û ziyanên wê bikin.

Talabanî: Hewceyî bi lêpirsîneke berfireh û parastinê heye

Alîkarê Serokwezîrê Herêma başûrê Kurdistanê Qûbat Talabanî têkildarî bûyerê axivî û got:

“Hewce ye hikûmeta Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê derheqê êrîşê de lêkolîneke berfireh bidin destpêkirin û ji bo pêşîlêgirtina bûyerên vî rengî jî parastinên pêwist werin girtin.”

Serokomarê Iraqê Latîf Reşîd jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û got:

“Êrîşa li dijî Qada Xazê ya Kormorê tê wateya binpêkirina çavkaniyên dewlet û welatiyan û vê êrîşê ewlehiya welat xistiye talûkeyê.”

Ji bo lêkolînkirina êrişa li ser Komorê komîsyon hate avakirin

Şaxa Medyayê ya Ewlekariya Iraqê, girêdayî daxwaza Serokwezîr û Fermandariya Hevpar ragihand ku têkildarî êrîşa Qada Xazê ya Kormorê komîsyonek hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wê failên vê êrîşê werin cezakirin.

Amerîka û Brîtanyayê êrişa li ser Kormor şermezar kirin

Li aliyekî din, balyozxaneyên Amerîka û Brîtanya yên li Iraqê bi daxuyaniyên cûda êrişa li ser navenda gazê ya Kormor şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hat xwestin ku hikûmeta Iraqê lêkolînek cidî li ser êrişê bike û êrişkaran ceza bike.

Back to top button