Dawid Cindî: Pêkanîna civîna encûmena Mûsilê li Şengalê peyamek bû

Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî têkildarî serdana Serokwezîrê Iraqê ya ji bo Şengalê, hewldanên ji nûve rojevkirina Peymana 9’ê Cotmehê êrişên dewleta Tirk ên li ser civaka Êzidî axivî.
Cindî got, “Iraq an hevkarê êrişên Tirkiyê yên li ser Şegalê ye an jî nikare axa xwe biparêze.”

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê-YNK ya Şengalê Dawid Cindî têkildarî serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Şengalê û êrişên dewleta Tirk ên li ser civaka Êzidî ji Roj Newsê re axivî.

Dawid Cindî serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li Şengalê weke serdaneke dereng mayî nirxand û got:

“Pêkanîna civîna encûmena Mûsilê li Şengalê ji aliyê Sûdanî ve bixwe peyamek bû.

Ev jî nîşan dide ku ne pêşbirk li ser Şengalê hebe, pêwîste lihevkirinek pêk were.”

Dawid Cindî: Ji bo dagirkirina Şengalê gelek plan û lîstok hene”

Cindî ji koçberên Êzidî xwest vegerin ser cih û warê xwe û got:

“Ji bo axa me ji destê me derxin gelek pîlan û lîstok li ser Şengalê hene.

Dagirkirina axa me, tê wateya tunebûna me.

Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê di vegera koçberan de rolek girîng lîst.”

Dawid Cindî: Peymana 9’ê Cotmehê ji bo têkbirina xweseriya Şengalê ye

Dawid Cindî hewldanên ji nûve zindîkirina Peymana 9’ê Cotmehê jî bibîr xist û wiha dewam kir:

“Ev peyman ne ji bo xizmeta Şengalê ye, ji bo xirabkirina rewşa Şengalê hatiye îmzekirin, ji ber wê em ê li dijî vê peymanê bin.

Me nêrîna xwe derbarê peymanê de gihandiye hemû aliyên peywendîdar û konsolosxaneyên welatan ên li Iraqê.”

Dawid Cindî: Iraq an hevkarê êrişane an jî nikare axa xwe biparêze

Dawid Cindî îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî kir, di vê mijarê rexne li bêhelwestiya Iraqê ya beramber êrişan kir û got:

“Êrişên tên kirin Iraqê eleqeder dike.

Ji ber serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin û bêrêzî lê tê kirin.

Lê Iraq bêdenge!

Ev yek jî vê nîşan dide, an Iraq hevkarê van êrişan e, an jî nikare ax û serweriya xwe biparêze!”

Back to top button