Asayîşê li kantona Hesekê 14 firoşkar û belevkarên narkotîkê girtin

Hêzên Asayîşê ji bo parastina civakê ji her alî ve şiyar e.
Hêzên Asayîşê li Hesekê 14 firoşkar û belavkarên narkotîkê girtin.
Li ser kesên hatine binçavkirin, gelek çek, pere û hebên narkotîk hebûn.
Asayîşê eşkere kir ku ew ê rê nedin tu kes civaka wan têk bibin.

Hêzên Asayîşê bi oparasyonên taybet derbek din li tora bikarhêner û belavkerên narkotîkê xist.

Di vê çavçoveyê de Hêzên Asayîşê li bajarê Hesekê bi ser cihên torên naroktîkê de girtin.

Di encamê de, gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê;

Hêzên asayîşê demek dirêj komek belavkarên narkotîkê dişopandin.

Piştre bi operasyonên taybet hêzên asayîşê bi ser cihên depoyên firoşkar û belavkarên naroktîkê de girtin.

Di encamê de, 14 firoşkar û belavkar hatin girtin.

Bi kesên ku hatine girtin gelek narkotîk, çek û telefon hatin girtin.

5 hezar 277 hebên narkotîkê hatin dîtin.

  • 922 Hebên Kaptagon
  • 4355Hebên narkotîkê
  • 16 Kefên heşîşê
  • 3714 KG heşîş

Di nava çekên hatine dîtin de jî, demanceyek û fîşekên wê û gelek tiştên din hene.

  • Damanceyek 7MM
  • Damanceyek 9MM
  • 3 tivingên nêçîrê 4,5 MM
  • 3 çekên spî
  • Mizînek elektronîk
  • 317,700 L.S

Navendê diyarkir wan kesên girtî ji bo darizandina qanûnî ji Dozgeriya Giştî re şandin e.

Hemxwestî vê jî beriya niha li Dêrazorê 1, Katona Tebqa 2 û Kantona Minbicê jî 2 belavkar û firoşkarên narkotîkê ji aliyê Asayîşê ve hatin girtin.

Asayîşê eşkere kir ku ew ji bo sînordarkirina belavûna vê nexweşiya metirsîdar di nava civakê de, xebatên xwe yên şopandinê didomînin.

Dawiyê de, Asayîşê bang li welatiyan kir ku hemû zanyariyên berdest di derbarê her karekî têkildarî belavkirina narkotîkê de ji wan re ragihînin.

Back to top button