Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 belavkarên madeyên narkotîkê li Minbicê li ser sûc girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina belavkarên madeyên narkotîk yên li kantona Minbicê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:
“2’yê Kanûnê roja Şemiyê hêzên me li kantona Minbicê çend kemîn ji belavkarên madeyên hişbirê re danîn û di encamê de 5 kesên binçav kirin.”
Hêzên ewlekariyê diyar kir piştî çavdêrîkiriyê dema ku wan kesan hebên narkotîk belav dikirin li ser sûc hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyê ev tişt hatine desteser kirin:
- 1497 heb
- 6,5 gram heşîş
- 11 gram mîsa krîstal
- 4 telefonên desta
- alavên bikaranîna hişbirê yên curbicur
Her wiha di serdegirtinê de 8 motorên ku ji şêniyên bajêr hatine dizîn, hatin dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiyê de diyar kir ku ew xebatên xwe li dijî belavkar û bikarhênerên madeyên narkotîk dewam bikin heta ku vê nexwaşiyê ji holê rakin.