Di çalakiyên Çarşema Sor ên li Îranê de 23 kes mirin

Rêveberê Rêxistina Rewşa Lezgîn ya Îranê Cefer Mîadfer ragihand ku şeva borî di encama çalakiyên ku di çarçoveya Çarşema Sor de li herêmên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatîn lidarxistin de, 23 kes mirin nêzî 2 hezar kes jî birîndar bûn.

Cefer Mîadfer diyar kir ku di çalakiyan de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 616 kes jî birîndar bûne ku ji wan 413 kes rewşa wan giran e.

Rêveberê Rêxistina Rewşa Lezgîn ya Îranê Mîadfer her wiha destnîşan kir ku 152 kesan parçeyên laşê xwe winda kirine û 700 kesan jî ji çavê xwe ziyan girtine.

Hêjayî gotinêye ku Çarşema Sor festîvalek gelêrî ye û ji bo xatirxwestina tava dawî ya salê, ango şeva çarşema dawî ya sala Farisî tê lidarxistin.

Her sal di encama çalakiyên vê festîvalê de gelek qurbanî çêdibin.

Hejmara qurbaniyên îsal, du qatê sala borî bû.

Back to top button