Cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk destnîşan kir ku meha Remezanê ji bo dîtina bi çavê heqîqetê derfetek e û bang li gelê Kurdistanê kir ku bi wesîleya wê hevgirtin û berxwedana xwe li beramberî dagirkeran xurt bikin.
Mazin Harûnî diyar kir ku civaka îslamî li cîhanê her sal li benda vê mehê ne da ku dest bi jiyaneke nû bike û got:
“Hin misilman dibêjin bi girtina rojiyê em deynê Xwedê didin, bi rastî ew ne deynê xwedê ye; berovajî wê xwedan meha Remezanê wek derfeteke guhertinê ji me re vekiriye.”
Mazin Harûnî da zanîn ku Remezan ne meha sebra li ser tîbûn û birçîbûnê ye, ew sebra li ser xurtkirina berxwedanê, sekna li hember zaliman e.
Harûnî anî ziman divê gelê Kurdistanê bi wesîleya meha Remezanê bêtir nêzî hev bibe da ku hevgirtin û wekheviyê pêk bînin.
Mazin Harûnî bal kişand ser kiryarên wekî înkarkirinê ya ji dagirkeriya Tirk û got:
“Heke ew rast misilman in, bila em li hev bicivin û qirêjiya di nava xwe de rakin.”