Leşkerên Tirk û PDK li ser sinor civiyan: Ala herêma Başûr sansor kirin

Hate ragihandin leşkerên arteşa dewleta Tirkiyê a dagirker û hêzên PDK’ê dibin navê Pasewanên Sinor ên Iraqê de li hev civiyan.
Wezaret Parastinê ya Tirkiyê ji bo nîşan bide ku ew li gel pasewanên sinor civiyane, ala Herêma Başûr Kurdistanê ya li ser cilên rayedarên PDK’ê sansor kir.
Ya balkeş civîn di demekî ku Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi daxuyaniyekê qala destpêkirina êrişan kiribû de pêk hat.
Guler doh diyar kiribû ku ewê di êrişên xwe yên ku tê payîn di rojên pêş de destpê bike de li benda bersiva hikûmeta Iraqê bin ka wê çi hevkariyek bi wan re bikin.

Wezareta Parastinê ango yê şer a dewleta Tirk ragihand ku li Herêma Başûrê Kurdistanê dibin navê Pasewanên Sinor ên Iraqê de li gel berpirsên leşkerî yên PDK’ê civiyaye.

Wezaretê ji bo nîşan bide ku ew li gel pasewanên sinor civiyane, ala Herêma Kurdistanê ya li ser cilên rayedarên PDK’ê sansor kir.

Derbarê civîna hevdîtinê de Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk, daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew roja 10’ê Adarê li gel şandeyek ya Pasewanên Sinor yên Iraqê têkildarî ewlehiya sinorên Herêma Kurdistanê civiyane.

Lê kesên ku rayedarên Tirk pêre civiyane ji bo neyên zanîn hêzên PDK’ê ne, ala Herêma Kurdistanê ya li ser cilên wan hat sansor kirin.

Her wiha hatiye gotin ku operasyonên wan ên li nava xaka Herêma Kurdistanê de bi hemahengiya li gel hêzên Iraqê pêktê.

Civîn di demekî ku Wezîrê Parastinê qala destpêkirina êrişan dike de pêktên

Ev civîna leşkerên Tirk û Pasewanên Sinor yên Iraqê di demek de ye ku beriya çend rojan dibin navê Pasewanên Sinor yên Iraqê de ku ewjî hemû ji efser û alîgirên PDK’ê pêktên.

Duh jî Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler di daxuyaniyek de eşkere kiribû ku ewê di êrişên xwe yên ku tê payîn di rojên pêş de destpê bike de li benda bersiva hikûmeta Iraqê bin ka wê çi hevkariyek bi wan re bikin.

Guler got, ger Iraq hevkari neke ewê di aliyê bazirganî û avê de Iraqê ceza bikin.

Di derbarê daxuyaniya wezîrê şer yê Tirk de heta niha hikûmeta Iraqê ti daxuyaniyek nedaye.

Back to top button