Husiyan li Behra Sor keştiyekî Amerîkî kir armanc

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî ragihand ku wan keştiya Pînokyo ya Amerîkayê ya li Behra Sor bi moşekên deryayî kirine armanc.
Saziyên çapemeniyê yên girêdayî Hûsiyan jî ragihandin ku bi hevkariya Amerika û Îngilîstanê herêma Ras Îsa ya li navçeya Selîfê ya bajarê Hudeydayê bi 3 êrîşên hewayî hatiye hedefgirtin.

Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan keştiya Pînokyo ya Amerîkayê ya li Behra Sor bi moşekên deryayî kirine armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî derbarê êrîşê li ser Telegram û platforma civakî ya X de daxuyaniyek da.

Serî diyar kir ku hêzên deryayî yên Hûsiyan bi moşekan êrîşî keştiya Pînokiyo ya Amerîkayê kirin û diyar kir ku di êrîşê de keştiyê derbe xwariye.

Serî da zanîn ku hêzên Hûsî dê di meha Remezanê de operasyonên xwe yên leşkerî zêdetir bikin û got:

“Em bi erkên xwe yên olî, exlaqî û însanî yên piştgirî û alîkarîkirina gelê mezlûm Filistînê bidomînin.”

Medyaya Husiyan: Amerîka û Ingîlîstan êrîşî hewayî kir

Saziyên çapemeniyê yên girêdayî Hûsiyên Yemenê ragihandin ku bi hevkariya Amerika û Îngilîstanê herêma Ras Îsa ya li navçeya Selîfê ya bajarê Hudeydayê bi 3 êrîşên hewayî hatiye hedefgirtin.

Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP) diyar kir ku Amerîka û İngilistanê êrîşên asmanî li ser deverên Hûsî pêk anîne.

“Bi 3 êrîşên hewayî herêma Ras Îsa ya hudeydeyê hat armanckirin”

Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilîstanê (UKMTO) ragihand ku raporek bi dest wan hatiye ku teqînek li nêzî keştiyek li başûrê rojavayê bendera Salif a Yemenê pêk hatiye.

Di daxuyaniya UKMTO’yê ya li ser platforma medyaya civakî X’ê de hat diyarkirin ku rewşa keştî û xebatkarên wê baş e.

Rewşa li Behra Sor

Sê keştiyên bilez ên Hûsiyan ku di 31’ê Kanûna 2023’yan de li Behra Sor hewl dida keştiya girêdayî Îsraîlê bi dest bixin, rastî gulebarana helîkopterên Amerîkayê hatin.

Hûsiyan ragihandin ku di 10’ê Çileyê de keştiyeke Amerîkayê bi moşekan û balafirên bê mirov ên kamikaze li Behra Sor bi hinceta ku piştgiriya Îsraîlê dike hatiye hedefgirtin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di 11’ê Çileyê de pêşnûmeya ku Amerîka û Japonyayê pêşkêşî wan kiribû qebûl kiribû û xwestibû êrîşên Hûsiyan ên li Behra Sor tavilê bên rawestandin.

Nêzîkî ji sedî 12’ê bazirganiya cîhanê bi Kanala Sûweyşê tê kirin, ku Behra Navîn bi Behra Sor ve girêdide û riya herî kurt di navbera Ewropa û Asyayê de peyda dike.

Artêşa Amerîka: Me li 28 balafirên bêmirov yên Husiyan xist

Back to top button