Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo wefat kir

Welatparêzê Kurd, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo, vê sibehê ji ber krîza dil li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Meclisa Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê li ser wefata cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo peyamek weşand.

Meclisê di peyama xwe de sersaxî ji malbata welatparêzê kurd re xwest û got:

“Bi êş û xemgînî me agahiyên wefata cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo bihîst.

Mehmûd Reşo vî sibehê ji ber krîza dil wefat kir. Ji xweda dixwazin ku wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bike buhişt.”

Back to top button