Şerê li Xezayê 158 roj li pey xwe hişt

Şerê li Xezayê ku dihat payîn di meha remezanê de raweste lê her diçe giran dibe.
Hat ragihandin di êrişên hêzên Îsraîlê de 72 kesên din hatin kuştin û zêdeyî sed kes jî birîndar bûn.
Hemasê eşkere kir ji ber dorpêça hêzên Îsraîlê alîkarî nikarin derbas bibin û got, “Di rojên pêş de wê hejmareke zêde kes ji ber birçîbûnê bimirin.”

Bi destpêkirina meha remezanê re jî şerê li Xezayê nasekine.

Di roja 158’an de li bajêr şer û êrişan bi giranî dewam kirin.

Hat ragihandin vê sibê li rojhilatê Xezayê di êrişa artêşa Îsraîlê bi dehan Filistîniyên ku li benda bar hilgirên alîkariyê bûn hatin kuştin û birîndar bûn.

Di nava 24 seetan de li Xezayê 72 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî bîlançoya şer û êrişan ya dawî eşkere kir.

Wezaratê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de di êrişên hêzên Îsraîlê de 72 kesên din hatin kuştin 129 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên li Xezayê mirin derket 31 hezar 184 kesan ya birîndaran jî bû 72 hezar 889.

Hemas: Di rojên pêş de wê gelek kes ji ber birçîbûnê bimirin

Ji ber şer û êrişan xeteriya tîbûn û birçîbûnê ya li Xezayê jî her diçe zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê derbarê mijarê de daxuyanî da û hişyarî kir.

Wezaretê ragihand ku ji ber dorpêç û astengiyên Îsraîlê alîkariyên mirovî bi qasî tê xwestin derbasî Xezayê nabin.

Wezaretê eşkere kir di rojên pêş de wê hejmareke zêde kes ji birçîbûnê bimirin.

Hat diyar kirin di roja yekemîn ya remezanê de du zarokên piçûk ên din mirin û hejmara kesên ku ji ber tîbûn û birçîbûnê mirin derket 27’an.

Neteweyên Yekbuyî jî beriya demekê hişyarî kiribû ku li Xezayê 500 hezar kes li ber xeteriya xelayê ne.

Destpêka meha Adarê jî di êrişa hêzên Îsraîlê ya li dijî kesên ku li benda alîkariyê bûn, de 118 kes miribûn û 760 jî birîndar bibûn.

Di roja yekem ya Remezanê de li Xezayê 67 kes hatin kuştin

Back to top button