“Êrişa li ser Şengalê, ji bo valakirina Şengal û pêkanîna peyamana 9’ê Cotmehê bû”

Têkildarî êrişa li ser Şengalê parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca û Rojnemevan Berfîn Hêzîl ji bernameya televezyona me JIN AKTUYEL re nirxandin kirin. Di nirxandinên wan de hat gotin: “Bi vê êrişê dixwestin fermaneke nû li ser Êzidiyan pêk bînin, lê rastî berxwedaneke mezin hatin û plan neçû serî.”

2’ê Gulanê, artêşa Iraqê bi hêzeke mezin berê xwe da Şengalê û xwest wê dagir bike.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca û Rojnemevan Berfîn Hêzîl têkildarî êrişê û armancên wê, beşdarî bernameya Jin Aktuel a televizyona me bûn.

Parlamenter Feleknas Uca anî ziman êrişa li ser Şengalê ji bo valakirina Şengal û pêkanîna peyamana 9’ê Cotmehê ye.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca dibêje:

“Kesên ku piştgirî dan PDK’ê û êrişa artêşa Iraqê li ser Şengalê, dixwazin Şengal were dagirkirin û her dem rastî êrişan bê.”

Rojnamevan Berfîn Hêzîl: Di fermana 3’ê Tebaxê de destpêkê jin û dayîkên Êzidî kirin armanc

Rojnemevan Berfîn Hêzîl jî ku yek ji şahidên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an e dibêje:

“Di wê fermanê de destpêkê jin û dayîkên Êzidî kirin armanc, lewma niha ew jin li dijî van êrişan li ber xwe didin.”

Berfîn Hêzîl diyar kir ku niha li hemberî berxwedanê şerê qirkirinê heye û dixwazin fermaneke din pêk bînin.

Back to top button