Di roja yekem ya Remezanê de li Xezayê 67 kes hatin kuştin

Bi destpêkirina meha remezanê re jî şerê li Xezayê nesekinî û di roja yekem de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Îsraîl jî amadekariyên operasyona li dijî Refehê didomîne.
Hemasê jî eşkere kir heta ku şerê li Xezayê bi dawî nebe lihevkirina bi Îsraîlê re ne pêkan e.

Di roja yekem ya remezanê de li Xezayê şer û êrişên giran qewimîn.

Li gorî çapemeniya Filistînê artêşa Îsraîlê li dijî gelek deverên Xezayê ji ezman, bejahî û behrê ve êrişên giran pêk anîn.

Hat ragihandin di encama êrişên li dijî herêmên Xan Yunus, Refah û Taxa Zeytûnê de hejmareke zêde kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Hate diyarkirin ekîbên tenuristiyê cenazeyên 10 kesan ji bin xirbeyan derxistine û birine nexweşxaneya Şifa ya li bajêr.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî bîlançoya şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di êrişên hêzên Îsraîlê de 67 kesên din hatin kuştin.

Di roja 157’an ya şerê li Xezayê de hejmara kuştiyan derket 31 hezar 112 kesan.

Îsraîlê li dijî rêveberê Hemasê Merwan îsa êrişa ezmanî pêk anî

Îsraîlê ragihand duh li dijî yek ji rêveberên Hemasê Merwan Îsa êrişa ezmanî pêk anîne.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê dibe ku Îsa di êrişê de hatibe kuştin.

Hat ragihandin Merwan Îsa cîgirê fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê ye û berê 5 salan di girtîgehên Îsraîlê de maye.

Zanîngeha El Isra ya li Xezayê hate hilweşandin

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku fermandarekî wan yê bi navê Barak Hîram bêyî destûra wan zanîngeha El Isra ya li Xezayê rûxandiye.

Artêşê têkildarî buyerê daxuyanî da û diyar kir wan derbarê mijarê de lêkolîn pêk aniye û encama lêkolînê pêşkêşî Fermandarê Giştî Herzî Halewî kirine.

“Îsraîl beriya operasyona bejahî wê gel ji Refahê derxe”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz têkildarî operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li dijî herêma Refahê a Xezayê axivî.

Katz diyar kir Îsraîl beriya ku operasyona bejahî destpê bike wê gel ji Refahê derxe û li herêmên din bi cih bike û got,

“Armanca me ya ku em ziyanê li sivîlan bikin tune ye.”

Hemas: Ji bo lihevkirinê divê şerê li Xezayê bi dawî bibe

Li aliyê din Rêveberê Hemasê Îsmaîl Haniye têkildarî şerê li Xezayê û lihevkirina bi Îsraîlê re axivî.

Haniye da zanîn Hemas di mijara danûstandinan de heta niha erênî û bi berpirsyarî tevgeriya û wiha got,

“Heta ku şerê li Xezayê bi dawî nebe, leşkerên Îsraîlê venekişin û Filistînî venegerin malên xwe lihevkirina bi Îsraîlê re ne pêkan e.

Ji bo ku ev yek pêk were û Îsraîl li gorî vê tevbigere divê garantiya navnetewî hebe.”

Di şerê li Xezayê de 85 kesên din hatin kuştin

Back to top button