Çavderên Siyasî: Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin

Êriş û bombebaranên dagirkeriya dewleta Tirk ya faşîst bo ser xaka Başûrê Kurdistanê bênavber û bêsînor berdewam dikin û di encamê de çendên welatiyên sivîl şehîd dibin, birîndar dibin, mal û milkên wan tê wêrankirin.
Têkildarî mijarê çavdêrên siyasî û çalakvanên civaka sivîl ê Hewlêrê bang li berpirsên hikumeta başûrê Kurdistanê û Iraqê kirin ku pêşiyê li van êrişan bigirin.

Çavdêrê siyasî yê bajarê Hewlêrê Salar Sabîr anî ziman ku başûrê Kurdistanê rojane di bin gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ye, mal û milkên welatiyan tên armancgirtin.

Sabir Salar da zanîn ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk binpêkirina sînor û serweriya dewleta Iraqê ye.

Welatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên şehîdkirin.Herwiha çavdêrê siyasî Bextiyar Mistefa jî bal kişand li ser êrîşên dagirkeriya Tirk, destnîşan kir ku dagirker û dijminên Kurd û Kurdistanê li dijî gelê Kurd her tim rêbazên leşkerî, kuştin û birînê ji gelê Kurd re rewa dibînin.”,

“Dewleta Tirk serweriya Başûrê Kurdistan û Iraqê binpê dike”

“Mixabin xaka Başûrê Kurdistanê rojane bi êrişên dewleta Tirk re rûbirû dimîne. Ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî Iraq serweriya xaka xwe naparêze.”

Bi van gotinan çalakvanê civaka sivîl Ûmêd Mihemed diyar kir ku welatên cîran dijminahiyê gelê Kurd û Kurdistanê dikin û wiha axivî:

“Ji ber ev dewletan guh nadin tu yasa, zagon û peymanên navnetewî. Rojane xaka başûrê Kurdistanê û serweriya dewleta Iraqê binpê dikin.”

“Divê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê têbikoşin”

Çavdêrê siyasî û Serokê Desteya Lêkolînê ya Stander Dr. Reed Refet derbarê mijarê de wiha dibêje:

“Divê her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têbikoşin.

Heger Kurd hemû di aliyê leşkerî de nekare jî, dikare bi rêyên siyasî, qanalên dîplomatîk, girseyî, çandî û rewşenbîrê li dijî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Herwiha divê em hewl bidin bindestiya gelê Kurd ji hemû cîhanê re bêjîn. Ev jî di pileya yekemîn de erkê hêzên siyasî yên Kurdistanî ye.”

Back to top button