Foza Yûsif: Siyaseta bêyî jinê siyaseta dijberiya demokrasiyê ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku bêyî jinan siyaseteke demokratîk ne pêkan e. Foza Yûsif anî ziman ku Meclisa Jinan a PYD’ê hewl dide fikirê siyaseta demokratîk di nava hemû aliyan de belav bike.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku jin di şoreşa Rojava de beşdarî qada siyasî bû da ku siyaseta demokratîk bike.

Foza Yûsif diyar kir ku PYD’ê roleke girîng di sîstema hevserokatiyê de lîst û bêyî jinê siyaseteke demokratîk ne pêkan e.

Foza Yûsif dibêje:

“Hêzên dijberî şoreşê ji hebûna jinan di qada siyasî û navenda biryarê de ditirsin.

Ji ber vê yekê hewl didin desthilatê di bin hikmê hişmendiya baviksalarî de bihêlin.

Lewra êrîşên li ser jinan nasekinin û sivik nabin.”

Foza destnîşan kir ku siyaseta bêyî jinan siyaseta şer, dagirkerî û dijberiya demokrasiyê ye.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê anî ziman ku lidarxistina kongreya Meclisa jinan a PYD’ê derfertek ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên jinan e da ku bighêje çareseriyê û têkoşîn û rêxistinbûna wan bi pêş bixe.

Foza Yûsif: Destkeftiyên şoreşa jinê wê bikevin xizmeta yekîtiya netewî

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di dawiyê de jî bal kişand li ser xebatên Yekîtiya Kurdî û destnîşan kir ku divê rola jinê pêşeng be û destkeftiyên şoreşa jinê bixin xizmeta pêkanîna yekîtiya netewî.

Back to top button