PYD’ê civînek ji şêniyên bajarokê Girbawî re li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di çarçoveya civînên xwe de yên bi gel re, bi şêniyên bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo re civiya.

Civîn duh bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajaroka Girbawî û gundên derdora wê, hat lidarxistin.

Di civînê de, rewşa siyasî, rêbazên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne hatin nirxandin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulkerîm Saroxan destnîşan kir ku armanca şerê taybet ku aliyên derve û hundir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û belavkirina tevliheviyê ye.

Ebdulkerîm Saroxan di dawiyê de, bang li gelên herêmê kir ku li hember êrîşên dagirkeriya Tirk yekîtiya xwe xurt bikin û biratiya gelan bi pêş bixin.

Back to top button