Şehîdên serhildana 12’ê Adarê li herêmê hatin bibîranîn

Li Tebqa, Minbic û Efrîn-Şehba bi çalakiyan şehîdên Serhildana 12’ê Adarê hatin bibîranîn û hate gotin;
Projeya Rêveberiya Xweser bersiva gel a li hemberî hewldanên derxistina fitneyan e.

Bi boneya salvegera 20. a Serhildana Qamişloyê, li 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hatin dayîn, meş hatin lidarxistin û serdana gorên şehîdên serhildan hatin kirin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi vê buneyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiyê eşeker kir ku rihê Serhildana Qamişlo wê heta avakirina civakeke demokratîk berdewam bike.

Xelkên Eyn Îsa jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da.

Hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bersiva pêkhateyan a li hemberî van hewldanan e û banga parastina vê projeyê hate kirin.

Rêveberiya Xwesera Demokratîk a kantona Tebqayê jî wiha got:

Serhildana Qamişlo ya 2004’an ku ji aliyê Kurdan ve hîmê wê hate danîn ji bo tevahî gelê Sûriyeyê pêngaveke ber bi têkoşîna aştiya ya li hemberî siyasetên dijber ve ye.

Li heman kantonê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya daxuyaniyek da û şehîdên 12’ê adarê bi bîr anî.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a şaxê Minbicê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.

Di çalakiyan de banga xurtkirina têkoşînê ta pêkanîna armancên şehîdan hatin kirin.

Piştre PYD’ê palenek li ser serhildana 12’ê adarê û armancên wê li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê li ser heman mijarê daxuyaniyek da.

Şehîdên 12’ê Adarê li kantona Cizîrê bi çalakiyan hatin bibîranîn

Back to top button