jineke DAIŞ’î xwdî du nasnameya ne, bû sedema derketina aloziya navbera welatan

Jinek DAIŞ’î ya ku li ber sînorê navbera Sûrye û Tirkiyê de hate girtin, Zelenda ya Nû û Awustiralya aniye pêşberî hev. Jina DAIŞ’î ya ku welatiya herdû welata ne, ji ber hikumeta Awustiralya pasaporta wê îptal kir, hikumeta Zelanda ya Nû bertek nîşan da.

Her du welatên navorî hevdu tewanbar dikin û berpirsyariya vê jinê davêjin ser heve. Serokwezîrê Awustraliya diyar kir ku ew, kesên di nava terorê de şer kirine naxwazin û dijminê welatê wan in.

Jinek DAIŞ’ê, navbera Awustraliya û Zelanda ya Nû nakokî, derxist.

Serokwezîra Zealandaya Nû Jacinda Ardern, Awustraliya tewanbar kir ku ji berpirsyariya xwe ya derbarê jinê de, direve.

Ya ku behsa mijarê ye, jina DAIŞ’î ya bi navê S.A ye.

Ev jina DAIŞ’î xwedînasnameya Awustraliya û Zelandaya Nû ye.

Jina DAIŞ’ê digel herdu zarokên xwe ji Sûriyê bi awayekî qaçaxî hewl dide derbasî Tirkiyê bibe lê li ser sînorê Tirkiyê tê girtin.

Tenê berpirsyariya vê jina DAIŞ’ê dikeve ser Wellingtin paytext ya Zelanda ya Nû .

Li gorî Serokwezîra Zelandaya Nû ev jina DAIŞ’î tenê heya 6 saliya xwe li Zelandaya Nû jiyabû, piştr e, çûbû Awustraliayê.

Ji bo ku tevlî DAIŞ’ê bibe, bi pasport Awustralî derbasî Sûriyê bûye.

Lewra, Jacinda Ardern dibêje, şaştiyek mezin ku berpirsyariya vê jinê bigrin ser Zealandaya Nû û bi xwe lê ne maye.

Piştî van daxuyanî û tewanbariyan, deng ji Serokwezîrê Awustralia Scott Morrison derket û bi van gotinan parastina welatê xwe kir.

“Em terorîstên di nava terorê de şer kirine naxwazin.

Welatiyên kêliya ku tevlî terorîstan dibin ew dibin dijminê welatê me.”

Ji bo dîtina çareseriyê û rêgirtina li ber alozî û nakokiyan serokwezîrên herdu welatan wê dosya jina DAIŞ’Î were lêkolînkirin.

Back to top button