Wêneyê Erdogan yê DAIŞ’î siyasetmedar Wildes xist hedefa AKP’ê

Rastiya Erdogan, Tirkiye û Holanda aniye pêşberî hev. Endamê Meclisa Nuneran yê Holanda Wilders ji ber parvekirina wêneyê Erdogan yê bi rengê DAIŞ’ê di hedefa Tirkiyê de ye.

Dozgeriya Tirkiyê li dijî siyasetmedarê Holandî yê wêneyê Erdogan yê DAIŞ’î li ser hesabê xwe yê twîtter weşandî ket tevgerê.

Dozgeriyê ragihand ku wan li dijî Endamê Meclisa Nuneran a Holanda û Serokê Partiya Azadiyê Geert Wilders dest bi lêpirsînê kirine.

Serdozgeriya Tirkiyê di daxuyaniya dayî de ragihand ku ji ber wêneyê Wilders yê di 15’ê Sibatê de parvekirî wan dest bi lêpirsînê kiriye.

Wilders di wêneyê qala wê tê kirin de wiha gotibû:

Terorîst

Beriya niha jî siyasetmedarê Holandî Wilders ji Erdogan re gotina “Terorîst” bikar anîbû.

Serokomarê Tirkiye Erdogan di derbarê Wilders de serlêdana sûc kiribû.

Back to top button