Hêlîn Umît: Di Newroza îsal de divê bi coşeke mezin têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît mijarên di rojevê de nirxand.
Hêlîn Umît diyar kir ku li dijî faşîzme têkoşînê bilind bikin û got;
Divê her kes tevlî Newrozê bibe, divê dengê kurdan di Newrozê de carek din bandorê li cîhanê bike…”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke Medya Haber TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Hêlîn Umît destpêka nirxandinê xwe wiha got:
“Em bi rastiyeke rêbertî re rû bi rû ne ku her roj hîn bêhtir digihêje asta rêbertiya gerdûnî.
Ya rast, her ku rastiya Rêber Apo tê fêhmkirin gelên cîhanê, jin, ciwanên cîhanê hîn bêhtir xwedî lê derdikevin.
Ji Latîn Emerîkayê heta bi Asyayê, ji Rojhilata Navîn heta bi Emerîkayê li her derê dikare bê dîtin.”

Hêlîn Umît: Komkujiyên li ser gelê Kurd bi destê rêjîmên deshilatdar hat kirin

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît qurbaniyên Komkujiya Helebceyê, Komkujiya Gaziyê, komkujiya sala 2004’an a Qamişlo bi rêzdarî bi bîr anî û got:
“Mixabin li cografya Rojhilata Navîn berxwedanan komkujiyên bi vî rengî hene.
Civaka Kurd, gelê Kurd bi taybetî di sedsala dawî de li vê rastiyê rast hat.
Li Başûr rastiya Sedam ev komkujî kir. Li Qamişloyê rejîma Baasê ya Esad kir.
Komkujiya Gazî jî ji aliyê netewe dewleta Tirk ve li hemberî Elewî û Kurdan hate kirin.
Lewma civaka kurd neçar e ku sîstema xwe ya azadiyê ava bike. Rêyeke din nîne.

Hêlîn Umiît: Divê gelê me têkoşîna hebûn û azadiyê bimeşîne

Hêlîn Umît bi domdari qirkirina kurdan nirxand û got:
“Qirkirin û tenêhiştina li ser Kurdan tê ferzkirin tiştekî gelekî cuda ye.
Ji ber vê yekê Rêber Apo got; ‘Bi qasî gelê xwe bi tenê me’.
Belê em niha bi têkoşîna xwe vê yekê dişikînin.
Rejîmeke faşîst, sîstemeke cîhanê ya dixwaze Kurdan îmha bike, heye.
Lê gelê me divê têkoşîna xwe hîn bêhtir bimeşîne. Hinek nayê ji bo gelê Kurd têkoşîna hebûn û azadiyê nameşîne.”

Hêlîn Umît: Divê di newrozê de carek din denge gelê kurd bandorê li cîhanê bike 

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît herî dawî got:
Di serî de gelê Kurd her kesên dilxwazên azadî û demokrasiyê di Newroza îsal de divê bi coşeke mezin têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin.
Bang li her kesî dikim ku li her qadê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.
Yanî divê welê bibe ku dengê Kurdan di vê Newrozê de careke din bandorê li cîhanê bike.”
Back to top button