Macron: Rûsya di sedsala 21. de bûye yek ji hêzên kolonyal

Serokomarê Fransa Macron got: Rûsya di sedsala 21. de bûye yek ji hêzên kolonyal.
Li aliyekî din, DYA, Îngilistan û YE wê ji bo jinûve avakirina Ukrayna 60 mîlyar euro alîkarî bikin.
Almanya cudatir difikire.
Wezîra Geşepêdanê ya Alman diyar dike ku divê Moskow ziyana li Ukrayna dayî bigre ser xwe.

“Rûsya hêzeke ku Afrîkayê bêîstîkrar dike.”

Bi van gotinan Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hêrsa xwe ya li dijî Rûsya anî ziman.

Macron diyar kir ku Moskow ji bo civaka navneteweyî roleke bi sûd nalîze û got,

“Rûsya bi şerê împaratorî yê li dijî Ukraynayê careke din bû yek ji hêzên kolonyal ên sedsala 21’an.”

Macron bi bîr xist ku çalakiyên çekdarên Wagner ên li Afrîkaya Navîn ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên belgekirin û ev tişt anî ziman:

“Ev hêzeke ku bi rêya çekdarên taybet ên ji bo talankirina gelê sivîl tên, Afrîkayê bêîstîkrar dike.”

Macron di hevpeyvîneke hevpar a li gel medyaya Fransayê ya di çarçoveya lûtkeya Parîsê de got,

“Rûsya bi îradeya xwe, xwe xiste rewşeke ku êdî rêzê li hiqûqa navneteweyî nagire.

Ez hêvî dikim ku dema danûstandinên li ser şert û mercên Ukraynayê were.”

Jinûve avakirina Ukrayna

Hemwextî şerê li nava Ukrayna, hewildanên ji bo alîkariya welat di asta navneteweyî de dewam dikin.

DYA, Îngilîstan û YE’yê 60 milyar euro ji bo jinûve avakirina Ukraynayê terxan kirin.

Ji bo jinûve avakirina Ukrayna 60 mîlyar euro hat dayîn

Nûnerên Brîtanya doh di dawiya konferansa ‘Jinûve avakirina Ukrayna’ de ragihandin ku xêrxwazan 60 mîlyar euro dane.

Almanya: Lêçûnên jinûve avakirina Ukrayna bila Rûsya bide

Wezîrê Karê Derve yê Brîtanî James Cleverly got, careke din ya ji bo domandina alîkariyê bo Kîevê da.

Lê belê Wezîra Pêşketinê ya Almanyayê Svenja Schulze diyar dike ku divê Moskova ji bo jinûveavakirinê hesabê wê bide.

Banka cîhanî: ji bo jinûve avakirina Ukrayna 411 mîlyar dolar pêwist e

Banka Cîhanî di meha Adarê de texmînên xwe yên ji bo lêçûna jinûve avakirina Ukrayna eşkere kir.

Li gorî bankê 411 mîlyar dolar (375 mîlyar euro) pêwist e.

Ev jimar roj bi roj zêde dibe.

Back to top button