Projeya “Demsal” rêbaza nû ya pêşxistina çandiniyê

Li herêmê gel ji bo debara xwe bike projeyên çandiniyê pêş dixin.
Projeya “Demsal” a sebzeyên werzî di aliyê hilberînê de bi awayekî balkêş bi pêş ket.
Îsal jî rêbazeke nû ya çandina sebzeyan di tunelên plastîkî de tê kirin û pêş bikeve.

Navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê yek ji çavkaniyên sereke ye ku sebzeyên cûrbecûr ên zivistan û havînê ji bo sûkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dike.

Hemwextî dorpêça li ser herêmê, helberîna herêmê û xwetêrkirin pêwîstiyeke mezin e.

Bi armanca pêşxistina aboriya xwecih, Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Tirbespiyê sala 2015’an de projeya “Demsal” a sebzeyên werzî vekiribû.

Ev proje bû nimûneya çandina hemû cûreyên sebzeyan li navçeyê.

Proje di aliyê rûbera çandinê û hejmara cûreyên sebzeyan de her diçe pêş dikeve.

Di wê projeyê de zêdetirî 60 jin li gorî saetên diyarkirî dixebitin.

Rêbazeke nû ya çandina Sebzeyan

Îsal, rêveberiya projeyê 50 donim sebze di tunelên plastîkî de çandin.

Ev rêbaz jî di salên dawîn de li navçeyê bi ser ket.

Di çandina sebzeyan li tunelên plastîkî de xwe dispêre çandina şitilan di destpêka salê li malên plastîkî (sera) de, piştre di dawiya meha Sibatê de jî şitil di erda ku bi tunelên plastîkî hatiye amadekirin, tên çandin.

Cotkar tunelan bi kêmberiya 2 metre û dirêjahiya heta 25 metreyan dikolin.

Piştî xertûmên avê yên bi rêya avdana dilopan hatin danîn, cotkaran şitilan dixin tunelan û piştre wan tunelan bi naylonê dipêçin da ku hêmanên hewayê bandore li gihandina keskahiyê nekin.

Ev rêbaz cara pêşîn di 2005’an de li gundê Til Şiîr hat pêkanîn û bi ser ket.

Di encamê de pêdiviya sûkan dê bê peydakirin û nirxê sebzeyan jî erzan bibe.

Yek ji karmendên projeyê Reca Mihemed El Muxlif diyar kir ku di projeyê de derfetên kar ji bo gelek jinên herêmê hatin peydakirin û rola jinan di civakê de xurt kir û got:

“Me gelek sebzeyên wek firingî, xiyar, îsot, bacan, kundir û zebeş çandin.”

Melak Osman destnîşan kir ku çandiniya bi destê jinan gelekî cuda ye û got:

“Jinan çandinî afirand û îro dikarin bi hemû rêbazan çandiniyê pêş bixin.”

Back to top button