141 rojin PDK’ê Silêman Ehmed revandiye û agahî jê nayê girtin

141 roj berê rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û heta niha jî agahî jê nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya Roj Newsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê serdana malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê kir.

Silêman 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re vegere Başûr, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

141 roje agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe fikarên li ser jiyana edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed zêde dibin,

PDK destûrê nade parêzer û malbat serdana wî bikin.

Tevî ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, lê hê jî PDK ti bersivekê nade.

Rojnewsê jî ragihand ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirse.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 140 roj in agahî nayên girtin.

Back to top button