Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike.Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya valakirina kampên penaberan de, 320 koçberên Êzidî ji wargehên Dihokê vegeriyane Şengalê.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê di daxiyaniya xwe de diyar kir ku bi alîkariya Rêxistina Navnetewî ya Koçberan, 320 koçberên Êzidî ji kampa Kibarto ya Dihokê vegeriyan ser cih û warên xwe ên li Şengal û derdora wê.
Wezaretê destnîşan kir ku malbatên ku vedigerin Şengalê, bi biryara serokwezîrê Iraqê alîkariya darayî û pêdawîstiyên nava malê ji bo wan tên dayîn û got:
“Wê wezareta me ji bo vegerandina hemû penaberan û girtina hemû dosyayên penaberan heya 30’ê Tîrmehê karê xwe dewam bike.”
Wezaretê doh jî ragihandibû ku 79 malbatên Êzidî ji kampên Dihokê vegeriyane Şengalê.