Mihemed Mûsa: Gelek caran ji ber berjewendiyan kiryarê Tirkiyê paşguh dikin

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa derbarê rapora Komîteya Lêpirsînê Kar û Barên Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî-NY de axivî û got:”Rapora NY’ê dereng maye, lê dîsa jî erênî ye.
Ez hêvî dikim ku aliyên rapor radestî wan bê kirin li gorî pîvanên mirovahiyê lê binêrin.

Di heman demê de qenaeta me ew e ku siyaset ne bi vî rengî ye, her alî dibe esîrê berjewendiyên xwe.

Dema dibînin berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene, gelek caran kiryarên ku Tirkiyê dike, paşguh dikin.”

Mûsa bal kişand ser radestkirina vê raporê ji Meclisa Mafên Mirovan re û da zanîn ku ew hêvî dikin ku rêxistinên hiqûqî bi serxwebûnekê raporan pêşwazî bikin û wiha pê de çû:

“Lê mixabin ew rêxistin jî her dem xwe li bin bandora hêzên wekî Amerîka, Rûsya û Ewropayê de dibînin.

Lê dîsa jî em bi hêvî ne li gorî pîvanên ku hatine danîn, tevbigerin û bi çavê mirovahiyê li van dozan binêrin.”

NY’yê êrişa li dijî ekîba JIN TV’yê belge kir

Back to top button