Yekîtiya Ewropayê: Amerîka nikare cezayan ser Îranê vegerîne

Derbarê daxwaza Amerîkayê ya vegerandina cezayan ser Îranê, Yekîtiya Ewropayê got ku Amerîka nikare cezayan vegerîne.

Duh Wezîrê Karên Derve yê DYA, Mike Pompeo daxawaz kir ku divê jinûve cezayên navnetewî ji bo Îranê werin birîn.

Îro jî, Nûnerê Bilind yê Karûbarên Derve û Ewlehiyê ya YE, Josep Borrell, derbarê mijarê axivî û got Amerîka ji derveyî xebata hevpar ya girêdayî Tifaqa Nuklerî ye, ji bo wê jî ew nikare cezayên Netewên Yekbûyî li ser Îranê vegerîne.

Borrell destnîşan kir ku li gorî xebata hevpar ya girêdayî Tifaqa Nuklerî, rakirina cezayên li ser Îranê dewam dike.

Rûsya: Tişta washington dike tenê pêşandana şanoyekê ye

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî got ku Amarîka bi riya xanpandina civaka navdewletî dixwaze jinûve cezayan ser Îranê werin birîn û got:

“Tişta Washington dike tenê pêşandana şanoyekê ye, ku dixwaze Konseya Ewlehiyê weke amûrekî di destê xwe de bi kar bîne.”

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî jî axivî û diyar kir îro ji dîroka dîplomasiya Îranê rojeke dîrokî ye û got, “Zextên Emerîka yên li ser Îranê nîşan dide ku Emerîka di qada siyasî û hiqûqî de bi tenê maye.”

 

 

 

Back to top button